Kronolojiya dîroka Kurdistanê

1514-1900

1514 - Di dema tevgera Sultanê Osmanî Yavuz Selim ya Çaldiranê de eşîrên Sunnî yên Kurdan xudmuxtarîya xwe parastin û bi hikûmeta Stenbolê ve hatne girêdan.
1639 - Kurdistan bi peymana Qesr-î Şîrîn di navbera împaratorîyên Osmanî û ya Îranê de hate beş kirin.
1832 - Şerê Mîr Mihemedê Rewandûzî bi Osmanîyan re.
1843-1846 Serhildana Şêx Ubeydûllahê Nehrî li hember rêveberîyên Osmanî û Îranî.
1889, 22'ê Nisan - Yekemîn rojnameya Kurdan bi navê "Kurdistan" ku ji aliyê Mithat Bedirxan ve derket li Qahîrê dest bi weşana xwe kir.

1900-1922

1908, 22'ê Sibat - Rojnameya Kurd Tewûn û Terakkî dest bi weşanê kir.
1908, 19'ê Êlûn - Cemîyeta Kurd Terakkî û Teawûn saz bû.
1913, gulan - Cemiyeta "Hêvî" ya Kurd saz bû.
1913, 19'ê Êlûn - Kovara Yekbûn dest bi weşanê kir.
1918, 10'ê Çilleya Pêşî - Cemîyeta Kurd Tealî hate damezrandin
1918, 7'ê Kasim - Kovara Jin li Stenbolê dest bi weşanê kir
1919, 19'ê gulanê - Komkujîya Pontûsan rû da.
1919, 21'ê Heziran - Kovara Jin ya heftane dest bi weşanê kir
1919, 23'ê gulanê /1920 - Tevgera Serxwebûna Kurdistan dibin rêbertîya şêx Mehmudê Berzencî de dest pê kir.
1919, Gulan - Cemîyeta Kurdistan Tealî saz bû.
1920, 10'ê gelawêjê - Peymana Sêwrê ku Kurdistan û Ermenîstaneke serbixwe dixwest li dar ket.
1921, 6'ê adarê - Berxwedana Koçgirî
1922, 5/28'ê gelawêjê - Serhildana Simko Axa yê Şikak li Rojhelatê Kurdistan.
1922, 11'ê Haziran - Îlankirina Qralîyeta Kurd ji alî şêx Mehmûd ve.

1923-1974

1923, 24'ê tîrmehê - Peymana Lozanê; çar parçe bûna Kurdistanê.
1925 ,14'ê Sibat/31'ê Gulan - Serhildana mezin ya Kurda: Tevgera Şêx Seîdê Pîran.
1925, 16'ê Aralik - Serhildana Başûrê Kurdistanê li hember rêveberîya Ingilîzan
1925, 4'ê Eylül - Şêx Seîdê Pîran û 52 hevalên wî hatne bi darve kirin.
1926, 16'ê gulanê/17'ê Hezîran - Serhildana Agirî û komkujîya yekem ya Agirîyê
1927, 26'ê gulanê/25'ê gelawêjê - Serhildana Mutkî yê.
1927, 8/20 Êlûn - Komkujîya duyem ya Agirî yê.
1927, gelawêj - Komîteya Netewî ya Kurd Xoybûn saz bû.
1929, 22 gulanê/3'ê gelawêjê - Serhildana Zîlan.
1929 ,14/17'ê Êlûn - Komkujîya Tendûrek ê.
1930, 7/14'ê Êlûn - Sêyemîn Komkujîya Agirîyê.
1931, Cotmeh 1930/Gulan - Balafirên Ingilîzan Berxwedana Berzencî şikandin.
1932, 5'ê gulanê - Qanûna sûrgunê "Mecburi Iskân".
1935, Çile Pêşî - Jibo Kurdên Dêrsimê "Qanûna Tûncelî" hate derxistin.
1937, 5'ê Îlon - Serokê Serhildana dersimê Seyîd Riza hate girtin
1938, 21'ê adarê 1937/16 Êlûn - Berxwedana Dersimê û jenosid (qirkirin).
1945, gelawêj - Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê (Î-KDP) saz bû.
1946, 13'ê Çileya Pêşîn - Komara Kurdistan li Mahabad hate damezrandin.
1946, 16'ê gelawêjê - Partîya Demokrat ya Kurdistana Îraqê- I-KDP hate damzrandin.
1947, 17'ê Çileya Pêşîn Komara Kurdistan a Mahabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hate rûxandin.
1947, 22'ê Sibat - "Meşa Dirêj" ya Kurdan di bin serokatîya Mele Mistefa Barzanî de.
1958, 14'ê Hezîran/27 Tîrmeh - Qral Faysal ji text ket û Îraq weke " Komara hevbeş ya Kurd û Ereban" hate bi nav kirin.
1958, 7'ê Cotmehê - Mele Mistefa Barzanî kû li Sowyetê li sûrgunê bû vegerîya Îraq ê.
1961, 11'ê Êlûn - Li Kurdistana Başûr şerê çekdarî li hember rejîma Îraqê dest pê kir.
1962, 5'ê Cotmeh - Di hijmartinên nifûsê kû li Sûriyê pêk hatin de, 120 hezar Kurd weke "xerîb" hatne bi nav kirin û hemî mafên wan yê hevwelatî ji dest hate girtin.
1963, 8'ê Sibat - Li Îraq ê derba leşkerî.
1968, 17'ê Tîrmeh - Li Îraqê darbeya BAAS; Cûnta Tekrîtî.
1969, Gulan - Yekîtîyên Xwendekarên Şoreshger yên Rojhelat DDKO hate damzrandin.
1970, 11'ê adarê - Tevgera Kurdistana Başûr otonomîya xwe bi rêveberîya Îraqê da pejirandin.
1974, 11'ê adarê - Jiber ku rejîma Îraqê li gor peymana otonomîya Kurdan tev ne geriha şer û pevçûnên dijwar di navbera Kurd û hêzên dewletê de dest pê kirin.

1975-1979

1975, 5'ê adarê - Peymana Cezayîrê di navbera Iran û Îraq ê de, êrîşên hevbeş yên dijwar li hember Tevgera Kurd û belavbûna hêzên Kurd li Başûrê Kurdistan ê.
1975, Hezîran - Yekîtîya Niştimanî Kurd (YNK) saz bû.
1978, 11'ê Çile - Tevkujîya li hember Elewîyan li Mereş ê.
1978, 18'ê Gulan - Heqî Karer tê qetlkirin.
1978, 27'ê Mijdar - Partiya Karkerên Kurdistan PKK li Fîs ê hate damezrandin.
1979, 1'ê adarê - Serokê PDK ê Melle Mustafa Barzanî li Amerîka yê wefat kir.
1979, 17'ê gelawêjê - Mehabad kete destê hêzên Kurd.
1979, 5'ê Êlûn - Rejîma Xumeynî ya Îranê êrîşî Kurdan kir.
1979, Sibat - Li Îranê rejîma Şah rûxîya.

1980-1989

1980, 12'ê Çile - Di encama êrîşa Dewleta Tirk û Sûrî de li Qamişlo 15 mîlîtanên KAWA hatne qetil kirin.
1980, 23'ê Êlûn - Şerê Îraq û Îranê dest pê kir.
1980, 12'ê Êlûn - Li Tirkîyê darbeya leşkerî.
1982, 21'ê adarê - Mazlum Doğan di zîndana Amedê şehîd dikeve.
1982, 18'ê Gulanê - "Şeva çaran". Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengîn û Necmî Öner di zîndana Amedê de xwe dişewitînin.
1983, 23'ê gulanê - Yekemîn operasyona leşkerî ya Dewleta Tirk bi pejirandina Îraqê li Başûrê Kurdistanê.
1983, 5'ê Êlûn - Li zîndana Amedê berxwedana girseyî.
1983, Sibat - Enstîtuya Kurd ya Parîsê hate damezrandin.
1984, 22'ê Cotmeh - Helbestvanê mezinî Kurd Cegerxwîn li Stockholma Swêdê wefat kir.
1984, Çileya Pêşîn - Di berxwedana li zîndana Amedê de Necmettin Büyükkaya, Yilmaz Demîr, Remzî Aytürk û di rojiya mirinê de jî Orhan Keskîn û Cemal Arat şehîd ketin.
1984, 9'ê Êlûn - Hunermendê Kurd Yilmaz Guney li Parîs ê wefat kir..
1984, 15'ê tebaxê - Destpêka tekoşîna çekdarî a PKK bi êrîşên ser Eruh û Şemzînan
1985, 21'ê adarê - ERNK tê îlan kirin.
1986, 21'ê adarê - Hêzên dewleta Sûrî êrîş birne ser pîrozbahîyên Newrozê li şam û Qamişlo.
1986, 28'ê adarê - Egîd (Mahsum Korkmaz) şehîd dikeve.
1987, 14/15'ê Cotmeh - Konferansa Kurd ya Parîsê.
1988, 16'ê adarê - Li Helebce 5 hezar Kurd ji aliyê rejîma BAAS ve bi çekên kîmyewî hatne qetil kirin.
1988, 12'ê Gulan - Li Başûrê Kurdistan ê Berêy Netewî ku ji 8 rêxistinan pêk dihat saz bû.
1988, gelawêj - Di encama êrîşa "Enfal" de, ya ji hêla rejîma BAAS ve, bi taybetî li herêma Behdînan ji 100 hezarê bêhtir Kurd hatne qetil kirin û ewqas jî koçber bûn.
1989, 8'ê adarê - Stranbêj Mehemed Sêxo rehmet kir.
1989, 13'ê Tîrmeh - Sekreterê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê (Î-KDP), Dr. Abdurrahman Qasimlo, li Vîyana ji aliyê ajanên rejîma Îranê ve hate şehîd kirin.

1990-1999

1990, 13/30'ê adarê - Di serî de li Cizîr û Nisêbînê, li Bakûrê Kurdistanê serhildanan dest pê kir.
1991, 12'ê Nisan - Li Îraqê li bakurê paralêla 36 an xeta parastina Kurdan, "Provide Comfort" hate îlan kirin.
1991, 5'ê adarê - Serhildana Başûrê Kurdistan ê.
1991, 7/10'ê Tîrmeh - Kuştina Wedat Aydin di êşkencê de û serhildana Amed ê.
1991, 1'ê Nisan - Trajedîya koçberî û penaberîyê; ji ber êrîşên hewayî yên rejîma BAAS piştî serhildana Kurdan ya Adar ê, bi sedhezaran Kurd ji ber tirsa gazên kîmyewî cih û warên xwe berdan û ber bi sînorên Îran û Tirkîyê ve çûn.
1991, 12'ê Tîrmeh - Ji bo çavdêrîya "Herêma Parastî" li Îraqê, ji gellek netewan "Hêza Çakûç" hate damezrandin.
1992, 19'ê Gulan - Hilbijartinên Parlametoya Başûrê Kurdistanê.
1992, 27'ê Eylül - Sekreteri IKDP Dr. Sadik Şerefkendî û 2 endamên komîteya navendî yên partîyê li Berlîn ê ji aliyê ajanên Îranî ve hatne şehîd kirin.
1992, 4'ê Cotmeh - Li Kurdistana Başûr şer di navbera PDK, YNK û PKK de.
1992, 4'ê Cotmeh - Palementoya Netewî ya Kurdistana Başûr, Dewleta Kurd ya Federe îlan kir.
1993, 16'ê Adar - "Agirbest" a yek alî ji alî PKK ê ve û Protokolên şamê.
1993, 5'ê adarê - Parlamenterên Kurd yên DEP î, bi darbeyekê hatne girtin.
1993, 2'ê tîrmehê - Li Sêwas ê 36 rewşenbîr bi rengê şewitandinê hatne qetil kirin.
1994, 1'ê gulanê - şer di navbera PDK û YNK ê de.
1995, 20'ê adarê - Dewleta Tirk bi 35 hezar leşkerî ve kete Kurdistana Başûr.
1995, 30'ê adarê - MED-TV dest bi weşana xwe ya satelîtî kir.
1996, Êlûn - Şerê di navbera PDK û YNK ê de dijwartir bûn û li Kurdistana Başûr rêveberîya du herêmî dest pê kir.
1996, Hezîran - Kongreya HADEP ê û di êrîşeke ser Partiyê de girtina rêvebirên wê.
1998, 9'ê Cotmeh - Piştî tehdîtên Tirkîyê yên li ser Sûrîyê, Serokê PKK ê Abdullah Öcalan ji Şamê derket.
1998, 12'ê Mijdar - Hatina Serokê PKK ê Abdullah Öcalan ya Italya yê û meşa Kurdan ya ber bi Romayê ve.
1998, 17'ê Êlûn - Peymana Washington kû bi hewldanên Amerîka di navbera Barzani ve Talabani de pêk hat.
1999, 15'ê Sibat - Serokê PKK ê Abdullah Öcalan radestî (teslîmî) Trkîyê kirin.
1999, Hezîran - Kongra Netewî ya Kurdistan KNK hate damezrandin.
1999, Tîrmeh - Biryara [[PKK] ê ya agirbesta yek alî û dem ne diyar.

Ji 2000 şûnda

2000, 21'ê adarê - Li Amedê 300.000 kes Newroz pîroz kir.
2000, Êlûn - Festîvala Demokrasî, Aştî û Azadîyê ya Kurdistan ya 8 an, bi beşdarîya 150.000 kesî li bajarê Koln li Elmanya li dar ket.
2001, Nisan - PKK ê li hemî cîhanê kampanya "Ez PKK yî me" da dest pê kirin.
2001, Gulan - KON-KURD ê li Ewropa kampanya "NASNAMA MIN RÛMETA MIN E" da dest pê kirin.
2001, 1'ê Êlûn - Festîvala Demokrasî, Aştî û Azadîyê ya Kurdistan ya 9 an bi şîara "NASNAMA MIN RÛMETA MIN E" hate pîroz kirin.
2003 Sermawez - KADEK hat fesih kirin, Kongra-Gel hat damezrandin.
2004'an de komiteya ji bo ji nû ve avakirina PKK'ê hat
damezrandin.

Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de