Aram Tîgran di salvegera 15’emîn a wefata xwe de hat bibîranîn

Hunermend Aram Tîgran di salvegera mirina xwe ya 15’emîn de li ser gora xwe ya li paytexta Belçîka Brukselê hat bibîranîn

Hunermendên TEV-ÇAND û hezkiriyên Aram Tîgran tevlî merasîma bîranînê bûn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hozan Şemdîn axivî û qala jiyana muzîkê û kesayeta Aram Tîgran kir. Hozan Şemdîn diyar kir ku Aram Tîgran bi stranên xwe pira navbera Ermen û Kurdan ava kir, ji bo xurtkirina têkiliyên çandî yên di navbera her du gelan de hewl da. yek ji mînakên herî berbiçav ê vê hevgirtinê ye.

Şemdîn bi bîr xist ku wesiyeta Aram Tîgran ew bû ku li Amedê bê veşartin û got: “Lê dijminê hov nehişt. Em ê bi rizgarkirina axa xwe, rojek were û gora wî bibin ser axa ku wî daxwaz dikir li ser bimîne.”

Piştre hunermend Beser Şahîn û qala xizmeta Aram Tîgran ji bo hunera Kurdî kir.

Nivîskar Kaşkar Urmiye jî axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser hunera Aram Tîgran ku dibêje, “Dema min li strana ‘hey lo delal’ guhdarî kir, min got divê ev deng her tim zindî bimîne” bi bîr xist.

Piştî axaftinan hunermend û hezkiriyên wî qurnefîl danîn li ser gora Aram Tîgran û stranên wî gotin

Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de