Hunera Dîjîtal Çi Ye?

Hunera dîjîtal her berhemek hunerî ye ku teknolojiya dîjîtal bikar tîne wekî beşek bingehîn di afirandinê û pêvajoya afirîner de, ji xêzkirinên dîjîtal, tablo û nîgarkirinê, heya wêne, vîdyo û hetta peykersaziyê jî.

Ev huner bi alîkariya teknoljîya nû tê afiranadin.

Di navebra salê 1950 û 1970'an de guhertinek mezin di warê teknolojiya nûjen de derket holê di bin navê (Serdema Zanistên Teknolojiya Pêşketî) de û bandor li hemû alîyên jiyana mirovan kir, di nav de jî huner û afirandina hunerî.

Di nîvê salên 1960'an de têgeha "hunera kompûter" di nav civata hunerê de dest pê kir. Hunermendên mîna Frieder Nake ku paşmayek wî di zanista kompûterê de hebû, ev yek bikar anîn ku bi algorîtmayan xêzên cuda û şeklên hunerî bi serbestî çê bikin.

Wekî din jî gelek hunermendên navdar yên wekî David Hockney û Rachel Whiteread biryar dan ku karên xwe bi dîjîtal biafirînin û wisa rê li ber vê hunerê vebû û roj bi roj pêşve çû.

Di destpêka salên 1980'an de têgeha "hunera dîjîtal" ji hêla hunermend Harold Cohen ve hate çêkirin û belav bû. Cohen bi endazyarên kompîturê re xebitîbû û makîneyek bi navê AARON çêkiribûn ji bo nîgarkêşiyê li ser kaxezên mezin bi rêka teknolojîyayê bike.

Ev yek destpêkeke girîng bû ji bo afirandina dijîtalî ligel hişberîya teknolojî.
Lê piştî derketina înternetê û kompûterên kesane êdî derfet li pêş hunermendan zêdetir bû û afirandin jî berfirehtir û hêsantir bû.

Çima dîjîtal tê bikaranîn?

Hunera dijîtal tê bikaranîn ji ber du sedeman, li gor pisporan. Ya yekê ji bo praktîka hunerî û rahînên dest û çav, û ya din jî ji bo afirandinê ye.

ûbûna afirandinê.


Hin qencîyên hunera dijîtal

Şarezayên hunera dîjîtal behsa gelek sûdên balkêş yên vî rengê hunerê dikin. Ji wan:

  • Hêsanîya bikaranînê wê, bi hemû şêwaz û rengên cuda ku li gorî her platformekî înterntê bikêr tê.
  • Bilindkirin û başkirina berhemîn hunerî.
  • Peydakirina jêderên hunerî û bikaranîna wan di nav berhemên hunerî de.
  • Parastina jîngehê ji madeyên kîmyayî û gemara studyoyên hunerî ji alavên hunerî wekî boyax, rûn û tiştên wisa.
  • Dem û zûbûna afirandinê.

Softwarên hunera dîjîtal


Hejmarek mezin ji softwarên hunera dîjîtal di nav destan de peyda dibin, ji Adobe Creative Cloud , Corel Painter, Procreate , Clip Studio Paint pro, Artweaver 7, Affinity Photo, Krita, MediBang Paint Pro û hin bernamên din ku roj bi roj pêşve diçin û xebatên nûtir belav dibin, bi taybet piştî belavbûna têgeha Hişberîya Çêkirî (AI).

Dîjîtal Art hunereke rastqîn e?

Piştî belavbûna hunera dîjîtal û bi taybetî jî derketina NFT ji bo bazara hunera dîjîtal, gelek ji rexnegir, hunermend û mirovên wek din gumanê li hunera dîjîtal dikin. Ew dibêjin ku ew nakeve asta hunera rastqîn ya li ser kevneşopiyek dûmdirêj ava bûye û her wekû hunerek sexte lê tê nerîn.

Bill Schafer, xwediyê Galeriya Hyaena li bajarê Los Angeles dibêje, "Ez dikarim hunera dîjîtal binirxînim, lê ez tenê naxwazim wê li ser dîwarê xwe deyînin."

Hunermendê şêwekar yê keveneşop James Celano jî dibêje: "Ez tenê ji hunera dîjîtal hez nakim, ku bi kompûterê hatî çêkirin. Her berhmên ku min dîtiye wekî qelebalix bê wate ye û bêtir xebata gencan e… Ez li ser gotina xwe me, ne tenê kamera an jî kompûter (makîne) wêneyê çêdikin."

Ev giftûgo di nav xircira jiyana rojane de her berdewam dibin bi pêşketina teknolojiya hember behre û mejiyên mirovan.

Hîn jî hunermendên resen yên ku ser kevneşopiya hunerî dixebtin, kar û xebatên xwe bi afirandin û nîşandana berhemên rastbîn berdewam dikin. Di heman demê de hunermendên dîjîtalê jî teknolojiya pêşketî bêtir derbasî berhemên xwe dikin û bi wê afirandinê nîşan didin.

Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de