Hin Enstruman
Dengbêj û Dengbêjî
Kilam, bi qaydê lawje ya muzîka folkê tê xwendin. Lê bi maweyên xwe kin e. Hevokên dîyar ya qaîdeyan û mijaran heye. Lê di kilamên dengbêjan de taybetîya bingeh, serpêhatî ye. Meqam tenê alavek e ku guhdar pê bikeve bin bandora çîrokê. Di heman demê de meqam, xêva dengbêj bihêz dike û zindî digre. Dengbêj bi meqaman ve atmosfera bûyarê ava dike û pê guhdaran rageş dike. Huseyînî, ûşak û hîcaz meqamên sereke yên kilaman e.
Usûla xwendina dengbêja resîtatif e. Dengbêj bi vê usûlê ve kelîme û hevokan li ser hev lod dikin. Xêncî vê bi Evdalê Zeynikê ve, perwerdekirina şagirtan, wek qaîde û kevneşopîyek teze dikeve çanda devkî. İdî her dengbêjek çend şagirt bi xwe re digihîne. Jixwe huner û kevneşopîya dengbêjîyê her wiha li ser xwe maye.
Bi gorî çavdêrîyên lêkolîneran, sê cureyên dengbêjan heye: Yek ji wan dengbêjên xelqê ne, ji nav xelqê derketine û bi xelqê re mane. Efsane, mîtolojî û serpêhatîyên xelqê gotine. Yê duyem, dengbêjên dîwanan bûne, dîwanên axa û began, mîr û paşayan de gotine. Cureya sêyem jî dengbêjên gerok in ku gund bi gund gerîyane.
Hunera dengbêjîyê bigiştî di şevbihurkan de icra bûye. Şevbihurk, bi taybetî di şevên dirêj yên zivistanan de, him di dîwanên axa, beg û paşayan, him jî di cimaetên gundan de saz bûne û di wan şevbihurkan de carna dengbêj ketine lecê. Leca dengbêjan car hebûye sê çar rojan, çar hebûye şeş heft rojan domandî ye. Di dîroka dengbêjîyê de du lecên ku en zehf tên zanîn û îro jî hê behs dibe, ya Evdalê Zeynikê û Gula File û dîsa ya Evdalê Zeynikê û Şêx Silê ye. Kilamên cûr be cûr yên van herd leca hê jî tê gotin.
Di kilaman de aktorên nebaş kor û seqet, yên baş û pak jî tîtal û çelengên xorta û siwarên hespên baş in. Em dikarin bêjin "Metê" ku kilamek Evdalê Zeynikê ye û ji Şeroyê Biro hatiye bihîstin, yek mînakê vê taybetîyê ye. Dengbêjên dîwanan yên mîr, paşa û began bi zêdeyî qehremanî û serpêhatîyên mîrên xwe, dîroka eşîra û pevçûnên di nav wan de xistine mijarên kilaman û qeydan. Jixwe ji bo ku serpêhatîyên wan qeyd bibe mîr, beg û paşa dengbêjan hildane bin bask û dîwanên xwe. Mesela Gula File dengbêja Surmeli Memed Paşa bû ye, Evdalê Zeynikê berê dengbêjê Hesen Begê Sîpkî bûye, paşê ew jî çûye gihîştîye Surmelî Memed Paşa, dîsa Şêx Silê dengbêjê Tarxan Begê Qelenîyê bûye.
Dengbêj muzîsyenên profesyonelî nebûne, bi peretî kar nekirine. Lê pêdivîyên wan ji alî cimaeta wan, yan jî ji alî mîr, paşa û begên dîwanê ve hatine tedarîkkirin. Herwiha hewce nedima ku dengbêj bixebitin. Kawîs Axa, Şêx Silê, Gula File û Evdalê Zeynikê wek mînak in.
Bi taybetî li Serhedê gava ku behsa degnbêja dibe, du navend tê aqilê guhdara: Yek sêlinga gola dengbêja ne ku di navbera İntab, Milazgir û Qereyqazî de peyda ye. Evdalê Zeynikê, Gula File, Bedîhê Çavşûşe (Bedîhê Kor), Ferzê, Reso, Şakiro, Tahiro, Zahiro, Mistefayê Xelê Heyran, Mistefayê Çiftborî, Mihemedê Canşah, Mihemedê Xilxile, Mihemedê Beyro, Mihemedê Panîyê, Hecî Evdilkerîmê Panosê, Nesoyê Zado, Evselamê Koşkê, Nûroyê Meter, Ahmedê Heliksan û gelekên din dengbêjên vî golî ne.
Navenda duyemîn jî bêguman Radyoya Rewanê ye. Radyoya Rewanê bi serê xwe navendek zexm ya dengbêjîyê ye. Esas meriv dikare bêje ku Radyoya Rewanê ne tenê navend bûye, di heman demê de wek dibistanek rol leyîstî ye.