Pirtûka "Ez Eyşe Şan im" hat derxistin

Komeleya Kultûra Kurdî pirtûkek bi navê "Ez Eyşeşan im" ku li ser jiyan û xebata hunermenda Kurd a nemir Eyşe Şan dinirxîne derxist.

Bi armanca parastina kultûr û çanda Kurdî, Komeleya Kultûra Kurdî pirtûkek bi navê "Ez Eyşe Şan im" derxist. Pirtûk li ser jiyan û xebata hunermenda Kurd a nemir Eyşe Şan e.

Ev gav, beşek ji însiyatîfa belgekirin û xelatkirina kesên di dîroka hunera Kurdî de xwedî rol e.

Komeleyê diyar kir ku di pirtûkê de hûrgiliyên jiyana hunermenda nemir Eyşe Şan û agahiyên der barê xebata wê ya hunerî de û pêşengtiya wê di stranbêjiya Kurdî de hatine behskirin.

Her wiha di pirtûkê de wêne û belgeyên girêdayî jiyana hunermenda nemir hene.

Pirtûk bi tîpên Kurdî yên Latînî hatiye nivîsandin û ji aliyê Zeyneb Yaş û Hilmî Akyol ve hatiye amadekirin.

Eyşe Şan li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di 1938'an de ji dayik bûye, lê bi xwe ji bajarê Erziromê ye. Malbata wê ji 6 ferdan pêk tê (3 keç û xortek). Ew di malê de ya mezin e. Eyşe Şan piştî ku behreya stranbêjiyê di xwe de dît, ji ber adet û kevneşopiyên malbatê zehmetî kişandin. Lê tevî wê jî, wê kasêteke stranan di 15 saliya xwe de tomar kir û ji vir de jiyana wê ya hunerî dest pê kir.

Eyşe Şan di 18'ê Çileya 1996'an de li Îzmîrê di encama nexweşiya kanserê de jiyana xwe ji dest da û li pey xwe mîraseke hunerî ya giranbuha ji nifşên din re hişt.

Parve bikin

Ser WhatsApp Belav Bike

Ser twitter Parve Bike

Ser Facebook Parve Bike

Back-To-Top-Button by Cemîl. A from Denge-Med.de