Erzankirina kurdbûnê
Çima ji bo Evîn Elmanbûn û Kurdbûn weke hev in. Evîn muzîkjeneke Kurd a li Elmanyayê ye û muzîka wê bi pirranî bi Ingilîzî ye. Min nû guh da çend stranên wê. Ew niha xwe amade dike ku albuma xwe ya yekem derxe.
Rojnamevan Thomas Clausen ji bo kovara "Vogue Germany" ji bo havînê 5 muzîkjenên jin ên ku lazim e vê havînê li Elmanyayê di nava lîsteyên Sommerhits de bin, li gorî xwe diyar kirine û bi wan re peyiviye. Ya li serê lîsteya wî Evîn e. Evîn bi xwe gava behsa xwe dike dibêje, "ez bi tesîrên Elman û Kurd mezin bûm". Jina ciwan a 27 salî muzîka bi "Fusion-Sound" ên ji R&B, Jazz, Pop û estetîkeke melodiya ji "Rojhilata Navîn" muzîka xwe dike. Ser ser û her du çavan. Ne xem e ji xwe, ez ê behsa muzîka wê nekim.
Jina ciwan a li Bochumê hatiye dinyayê, li Dresdenê Stranbêjiya Jazzê xwendiye û niha li Berlînê bi cih bûye, muzîka xwe di peydakirina nasnameya xwe de weke "rêberekê" dibîne. Lê gava ez berê xwe didim bersivên wê yên klîşe, pê dihisim, çi felaket e, tê serê me! Ew li ser pirsa "Tu çawa civakî hatî mezinkirin?" dibêje, "Meseleya min ew bû ka li derveyî malbata xwe û çanda Kurd ez kî bûm. Li Tirkiyeyê ez ne Kurdeke "bi rastî" me, li vir jî ez weke Elmaneke ´bi rastî´ nayêm dîtin. Her ku ez bi meseleya di navberê de bûnê daketim, ji bo min zelaltir bû ku ne lazim e ez di navbera vê neteweyê yan jî neteweya din de bineqînin. Tesîrên ji her du neteweyan li ser min hene û ji bo wê jî ez minetdar im. Û ez wê weke îmtiyaz dibînim ku karibim herduyan bi hev ve girê bidim."
Neteweya dewletê û miletê qir dibe
Li vir besîtkirin û wekhevkirina "Kurdbûn" û "Elmanbûnê" bi serê xwe ne mesele ye. Yanî mirov li bendê nîne ku her kes newekhevbûna wan bi rehetî bibîne. Lê heger ez dibînim ku "Ez li Tirkiyeyê ne Kurdeke ´bi rastî´ me…" çawa ez nabînim ku Kurdbûn û Elmanbûn ne têgehên di heman kategoriyê de ne. Çawa qirkirin ev qasî du rihê mirovan de banal û adetî dibe.
Ermeniyên ku beriya bêhtirî sed salan hatine Fransayê, û dabîr û kalikên wan jî welatiyên Fransayê bûn, bi rehetî dibêjin "ez Ermenî me". Li vir tercîhekê di navbera Fransîbûn û Ermenîbûnê de nakin. Di peywenda qirkirinê de ew Ermenî ne. Lê diyar e, ji bo Kurdên qir dibin, bîrewerî û têgihiştina qirbûnê nîne. Di warê civakî de ji vê bêhtir mirov çawa dikare bêqedr û bêqîmet bibe, ez nikarim texeyûl bikim. Ez dikarim behsa erzankirineke kurdbûnê bikim ku hebûn û xwebûna wê di çarçoveyeke "post modernîst" de bi îzafîkirineke ecêb a bêmanekirina nasnameyên "dîtir" tê tinekirin.
Di guhê gê de bextewer
Êdî malbata wê navê wê nekira Evîn, wê çawa bibûya gelo? Û jixwe, bi deh hezaran Kurdên li Elmanyayê zarok anîne dinê, navên Kurdî li zarokên xwe nekirine. Ez dixwazim texeyûl bikim, ev psîkolojiyeke çawa ye. Zarokek, gava hîs bike bi neheqî lîstoka wî jê hatiye stendin, bi girî xwe dikuje; herçî em in, em miletek in, bi zorê zimanê me, çanda me û hebûna me para bêhtir ji me hatiye stendin û em dengê xwe nakin. Em vê peywenda qirkirinê nabînin û nîşanî zarokên xwe jî nakin. Êdî ka hêviya me çi ye, ez bi wê jî nizanim. Belkî em dibêjin qey, kesên di guhê gê de bextewertir in.
Bi her halî heger derfeta wê çêbe û bixwîne, ez ji Evînê re dibêjim, di navbera Elmanbûn û Kurdbûnê de neqandin, ne mumkin e. Li aliyekî dewletek heye ku te bi dergûşxane, baxçeyên zarokan, çapemenî, zimanê fermî, dibistanê û civaka fermî dike Elman, te dike ferdekî berxur ê neteweya Elman; li aliyê din miletek heye ku eşkere li pirraniya erdên xwe hatiye qirkirin. Yanî tu naneqînî, belkî şûn û şopên ji wî miletê qirkirî li ser te mabin: sermayeyeke çandî. Tu jî ji wê sermayeyê dixwî, û ev yek helbet rewa ye. Tevê vî jî mirov hay ji vê yekê hebe, gelekî gelekî di warê "rêbera" te ya diyarkirina nasnameyê de wê bikêrhatî be.