Çanda Devkî
Her çiqas Kurd xwedîyê çandekin ku dirêjê sedselan bûye, lê ji ber ku
bikaribin pêşveçûyînek serbixwe înşa bikin, nebûne xwedîyê avahî û
yekitîyek sîyasî. Bi taybetî piştî Şerê Yekem ya Cîhanê bûne mehkûmê
parçemayînê. Ji ber zext û zorên li ser wan, ji ber koç û koçberîyê,
zargotin, muzîk û çanda devkî, ji bo parastina nasnemeya neteweyî, dibe
xwedîyê rola yekem. Jîyana Kurda, devokên cûrbecûr, guhertinên civakî,
tev bûne mijara vê çanda folklora dewlemend û her wiha xwe gîhandine
nifşên nû. Ne tenê bûyarên dîrokî, her tiştên qewimîne, wek berhemên
epîk, qehremanî, pevçûn, destan, çîrokên lîrîk, hêjayên mîstîk û bi
giştî rituel, tev qeyd bûne û bi saya muzîkê ve di hefizeya kolektîf ya
civakê de cîh girtine. Her wiha muzîk bûye amûra yekane ku hêjayên
civakî û kevneşopan bigihîne nifşên teze û li ser pêyan bigre.
Ji ber ku di Kurda de edebîyata nivîskî gelek kêm maye, berhemên çandî bi piranî bi devkî gihîştîye roja îro. Lê nayê zanîn ku çavkanîya edebîyata devkî kê ye û kîngê hatîye gotin. Ji bo vê wek anonîm hatîye qebûlkirin. Çavkanîya bingeh ya edebîyata devkî, eşq, şer, jîyana rojane, têkilîyên eşîra, şerên Kurda yên bi xerîban re, koç, qehremanî, jîyana xwezayî û dewlemendîya mîtolojîya Mezopotamyayê ye. Mijara vê edebîyata dewlemend zarên êtîm, qehremanên ku bi rojan şer kirine, tirsonekin ji rovîyan cambaztir, egidîyên xortên Kurda, keçên ku xwe ji xorta girtine, kal û pîrên ku erd û ezman li hev anîne, mîrên baş û nebaş yên meraqlîyên nêçîrê, pêşengên ku li hember dijminan şer kirine, têkilîyên di navbera aşiqan û mînakên îxanetan e.
Her wiha jîyana xelkê ku tenê bi zargotina ve xwe îfade kirine de muzîk, di qadek gelek bilind û girîng de cîh girtîye. Helbet sedema vê bi giranî, ji ber şert û şûrtên cûrbecûr, astengîyên li ber bikaranîna zimanê dayîkê ye. Hinek lêkolîner bal dikşînin ser zêdeyîya folklora Kurda. Sedema wê jî bêguman , wek ku me li jor jî got, tunebûna çand û edebîyata nivîskî ye. Çanda devkî yê ku behs dibê jî, bi saya dengbêja heta roja me hatîye.
Lê her çiqas ku giranî û serdestîya dengbêja hebe jî, nayê gotin ku çand û muzîka Kurda bi temamî homojen e. Bi berevajî, gorî heremên ku Kurd lê ne, cihêrengîyên piralî hene. Sedema vê ya bingehîn jî helbet taybetîyên erdnîgarî û hevbandorîyên bi xelq û miletin din re ne.
Taybetîyên Kevneşop
Muzîka Kurda bi esasê xwe ve anonîm e û ya gel e. Bi giranî derdmend û xemgîn e. Bi destê dengbêja xwe girtîye û belav bûye. Kilam, bi parzemînên ku dubare dibin ve çêbûne. Firqa parzemînan, tenê guhertina gotina ye. Kilam û sitran tev, serî heta binî bi heman halan ve didome. Tê de ritîmên bişahî yên ku herkên kilama biguhurînin tune ne. Lê tenê di destanan de, ji bo aksîyonan, di her beşek de qalibên birîtîm hene.
Muzîka kevneşop ya Kurda yekdeng e û xwedîyê karektera vokal e. Bi piranî enstruman tune ye, yên heyî jî, ji bo bandora peyamê li ser guhdar zêde bike bikar tê û di rolek duyemîn de ye.
Jîyana koçberîyê gelek tesîr li muzîk kirî ye. Derketina zozanan, daketina deştan, pîrozkirina zayîna berxan, beranberdan û her kar û barên koçerîyê bûye mijara muzîkê.
Muzîka Kurdên çîyayî û yên bajarî jî cûda ye. Di muzîka çîyayîyan de meqamên teqildar û enstrumanên wek bilûr heye. Lê muzîka bajarîyan aramtir e û bi saz e.
Meqamên ku bi kar hatine yên wek rast, newrozî, kurdî, çargeh û hîcaz in. Dikare bê gotin ku muzîka Kurda hevpar û şirîkê meqamên Rojhilata Navîn e.
Awaza muzîka Kurdî, dikare di her dereceyek de destpê bike, lê bi dengê bingeh ve temam dibe. Awaz, bi giştî zirav, bi teqil û xulxulandin e. Jixwe di pîvanên kilaman de es jî tune ye.