Bêtifaqa kurdan ne derdê îro ye
Du pirojeyên ji hev cuda
Di dema niha de û piştî derbasbûna deh salan di ser kirîza Sûriyê de û damezirandina rêveberiyeke xweser li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û rojhilatê Sûriyê û herweha serkeftinên leşkerî û rûxandina rêxistina terorîst Da'şê li hermê, tevî van hemû destkeftan hîn kurd nikarin gotara xwe ya siyasî bikin yek û ji bo paşeroja xwe kar bikin, û ji hêzên navdewletî re bêjin em kurd yekin û em doza mafê xwe dikin li gorî yasa û pirinsîpên navdewletî yên mafên mirovan, mixabin ta niha kurd ne li ser hevin û bêtifaqin û wendayîne di navbera du pirojeyên (ENKS, PYD) ji hev cuda kar dikin û hîç hevdû qebûl nakin, evjî birastî derdekî pir mezine û eger bi vî mejîyî em berdewam bikin wê kurd li li Rojavayê kurdustanê nemînin, koçberkirin berdewame, rewşa mirovî û abûrî xirabe, lewra divê kurd xwe ji wê asta nakokî û dijberî yê derxin û divê bi mejiyekî nû karbikin, mejiyê avakirin û birêvebirina dewlet û deselatan da ku karibin beşek bin ji paşeroja Sûriyê û lîstkvanî aktîv bin li ser asta Sûriyê bi taybetî û herêmê bi giştî.
Çi ji kurdan tê xwestin?
Bi dirêjahiya dîrokê ve, miletekî bindest wek miletê kurd bi hezaran şehîd û qurbanî daniye li ser riya azadiyê, pêwîse ku xwedî çandeke azad be, rêzgirtinê li mirov û boçûnên wî bigre, li mirov guhdar bike, nakokiyên biçûk bide alî, û li bercewendiya miletê xwe û çarenûsa wî bi xebite û bi mejiyek fireh bîr û tevger bike.
û herweha divê mirovê kurd di wê baweriyê de be bi bê itîfaq wan bi hev re wê nikaribin bibin jimareyeke çalak di pêşereja Sûriyê de, pêwîsta di vê qonaxa hestiyar de herdû layên kurdî (Enks û Pyd) destê xwe bidin hev û hevdû qebûl bikin, û li ser xalên sereke û straticî li hev bikin, û ewjî tê xwestin ku pev re dest bi dest mil bi mil rêveberiya heyî pêşbixin û hêzeke siyasî xwedî pirojeyeke hevbeş li ser asta rojavayê kurdistanê û Sûriyê avabikin û herweha hêzeke leşkerî hevbeş ku bibe wek nimûne û motik ji bo çareseriya siyasî li seranserî Sûriyê bi giştî, dem pir hestiyare û çiqas herdû layên kurdî bi zûtrîn dem bighêjin hev wê wisa barê xwe sivik bikin û mafê miletê xwe misoger bikin, de ka em geşbîn bin û guhdar bin, û bila çavê me li rê be.
Pêwiste wek kurd em li xwe vegerin, û xwe fêrî çanda nûjen bikin û destê biratiyê bidin hev û rêzgirtinê ji hev re bigrin û pevre bixebitin ji bo pêşerojeke azad, bê tirsî û metisî neviyên me cihê xwe tê de bigrin bi şanazî û serbilindî, û ji bi cîbicîkirina van tiştan :
- Divê em hemû alavên ragihandinê têkin xizmeta doz, maf û pêşeroja gelê xwe da ku dîrok rojekê ji rojan me şermezar neke.
- Divê em xwe ji wan nerînên partîtî yên teng rizgarkin û em bercewendiyên miletê xwe yên giştî ber çav bigrin û wan ji xwe re bikin armanc.
- Divê em zanibin ev derfeteke dîrokiye, û eger qewimî û em bêpar jê man, wê çarenûsa miletê me di metirsiyê ke ve, û em ê hemû zerer û ziyanê bibînin, û kes ji me jê nafilite, û wê gavê poşmanî sûde nake.
- Divê em rêzgirtinê li nerîn û boçûnên ciyawaz bigrin bi mercên ku ev nerîn ne dijî bercewendiyên giştî yên gelê me bin.
- Divê em vê rastiyê zanibin bê itîfaq û yekrêzî em ti mafan bi dest naxin û ew destkeftên ku hatin bi destxistin bi saya qurbaniyan wê ewjî ji destê me herin.
Wek tê zanîn li gorî mêjûnûsan qaremanî û azayî du peyvên xoşewîstin di nav
Wek tê zanîn li gorî mêjûnûsan qaremanî û azayî du peyvên xoşewîstin di nav kurdan de, û piyawê kurd herdem xwedî kesayetiyek aza û dilêr bû. girî , dudilî, gazinî ticarî li xwe nedigirt û qebûl ne dikr û didît weke kêmasî ji xwe re, kurd di vî warî de pir hişk bûn ta BASÎL NÎKÎTÎN di vî warî de bûçûna zanînnas MAR di bîr tîne ku dibêje: " Dab û nerîtên kurdan di derbarê piyawetiyê de hişkin wek hişkbûna kevirên welatê wan e".ev tişt beyan dike ku kesayetiyek bi vî şêweyî be ne kesayetiyeke lawaze, belam kesayetiyeke bihêze, kêmasiyê napijirîne, bindestiyê qebûl nake, lê mixabin tevî wilo miletê kurd bi dirêjayîya dîrokê maye bindestê xelkê û welatê wî dagirkirî maye, û natiwanîbû xwe rizgar bike û welatê xwe bi xwe birêvebive. ev tişt diyardeyeke balkêşe ku çawa miletekî wisa hejmara wî îroj ziyatirî 40 milyon kese nikarîbû xwe azad bikra û wek hemû netewên rojhilata nawerast Ereb, Turk, Firs biba xwedî rol û dewlet?
Birastî ev pirseke sereke û bingehîne, û eger em vê babetê bi şopînin û eger û sedemên wê nasbikin divê em vegerin civaka kurdî vekolînin û şêweyên danûstendinê di hindirê wê civakê de bi çi awayî dihate û tê birêvebirin, di wêjaya kurdî de ev derd balkêşe çi di helbest û çi di pexşan be di hemû qonaxên dîrokê de nexasim di wêjeya kurdî ya kilasîk de li cem herdû nemiran Ehmedê xanê û Hacî qadirê koyî, herduyan bêtifaqa kurdan wek derdekî kujek destnîşan kirine, û îrojî em dibînin ku ev mesele dîsa dûbare dibe, û wek tê gotin: "dîrok xwe dûbare dike". kurd ne li ser hevin, dijîtiya hev dikin, ku bi destê wan bê wan bê wê şerê birakujiyê vêxin û ev berê gelek caran çêbûye mixabin di dîroka vî gelê hejar de, pirs ewe gelo ev tişt asayîye an girêdayîye bi mejiyê mirovê kurd? eger ne asayî be çima îdî kurd ji ezmûnên xwe yên dîrokî çewt sûdêwernagirin û şaştiyên xwe çak nakin?
Çima kurd nikarin îtîfaq bikin?
Bêtîfaqa Kurdan ne derdê diho û pêr e, bi rastî jî, ew derdekî mêjûyî ye. rêberê netewperwer û niştimanperwer helbestvanê gewre Ehmedê Xanî berî 400 salî di dîbaca pirtûka xwe MEM û ZÎNÊ de basa vê kêşeyê kiriye û gazinên xwe anîne ziman, û bi kurtî dibêje, bê itîfaqiya miletê kurd û nebûna serkirdeyekî ku milet hemû li dor bi civin wek rêber ev herdû sedem serekebûn ku kurd mane bindest, û eger kurdan karîbana ev herdû tişt pêkanîbana wê xelkê ji wan re xulamtî bikra, dibêje:
Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêk ra bikira me înqiyadek
Rûm û 'ereb û 'ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me 'îlm û hîkmet
ji alîk din ve Hacî Qadirê Koyî ev derd pelandiye û destnîşan kiriye ewjî eve dûberekî û dijminayetiya kurdan ji hev re ye, û dermanê vî derdî li cem wî tenê her rêkeftin û yekrêzî ye, û dibêje eger kurd ne rêkeftî bin wê herdem welatê wan xerab û wêran be:
Ta rêk nekewin qebîlî Ekrad
Herwa debne xerabe abad.
Lê mixabin, tevî hewildanên rewşenbîr, dengbêj, xebatkarên kurdan ji mêjde û ta roja îro ji bo îtîfaq û yekrêziya kurdan li himberî dijmin û neyaran wan van hewildanan bernegirtin û her ev derd ma berdewam bi dirêjahiya dîroka kurdî ve, û di encamê de kurdan êş, azarî, birçîbûn û tazîbûn û kuştin dîtin, û îrojî wek nivîskarê kurd Newaf Ebdela di gotareke xwe de dibêje:" dîsa wekî her car, em şerê hev dikin. Her em ji hev re serhişk û tûj in, agir in, bê dilovanî hev dişewitînin. Em fêrî danûstandin û çanda nûjen nebûne. Di hişê me de, Kurdê baş î qenc tenê ew e yê ku mîna me dirame, rabûn û rûniştina wî mîna ya me ye, hilwest, nerîn û boçûnên wî, ji yên me ne cuda ne!!...Eger na, ew nezan e, Kurdîtî û welatparêziya wî jî li nik me cihê gomanê ne!.
Bi dirêjahiya dîrokê ve, miletekî bindest wek miletê kurd bi hezaran şehîd û qurbanî daniye li ser riya azadiyê, pêwîse ku xwedî çandeke azad be, rêzgirtinê li mirov û boçûnên wî bigre, li mirov guhdar bike, nakokiyên biçûk bide alî, û li bercewendiya miletê xwe û çarenûsa wî bi xebite û bi mejiyek fireh bîr û tevger bike.
û herweha divê mirovê kurd di wê baweriyê de be bi bê itîfaq wan bi hev re wê nikaribin bibin jimareyeke çalak di pêşereja Sûriyê de, pêwîsta di vê qonaxa hestiyar de herdû layên kurdî (Enks û Pyd) destê xwe bidin hev û hevdû qebûl bikin, û li ser xalên sereke û straticî li hev bikin, û ewjî tê xwestin ku pev re dest bi dest mil bi mil rêveberiya heyî pêşbixin û hêzeke siyasî xwedî pirojeyeke hevbeş li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê avabikin û herweha hêzeke leşkerî hevbeş ku bibe wek nimûne û motik ji bo çareseriya siyasî li seranserî Sûriyê bi giştî, dem pir hestiyare û çiqas herdû layên kurdî bi zûtrîn dem bighêjin hev wê wisa barê xwe sivik bikin û mafê miletê xwe misoger bikin, de ka em geşbîn bin û guhdar bin, û bila çavê me li rê be.